Kurdolojî û Malbata Celîlan / Hevpeyvîn Bi Celîlê Celîl û Cemîla Celîl re
Ev kitêb ji sê hevpeyvînên dûr û dirêj bi dîrokzanê navdar û pisporê zargotina Kurdî Celîlê Celîl û muzîkolog Cemîla Celîl pêk tê. Ev hevpeyvîn ji destpêka sedsala 19an heta hilweşîna Sovyêtê, rewşa kurdolojiyê li Rûsyayê didin ber çavan. Her weha di vê kitêbê de gelek pirs û mijarên girîng li ser edebiyat, dîrok û zargotina Kurdî li Sovyêtê ciyê xwe digirin. Rojnameya Riya Teze û Radyoya Yêrêvanê bi bîranîn û xebatên girîng û balkêş ên Malbata Celîlan tê ber destê xwendevanan. Girîngiyek vê pirtûkê jî ew e ku tevî gelek foto û tabloyên dîrokî yên neçapkirî ve tê xurtkirin. Ev kitêb ji bo xwendevan û lêkolînvanan wê bibe çavkaniyek girîng derheqê tarîxa kurd û kurdolojiyê li Sovyêtê.
“Kurdbûna me, Kurdnasîn û neteweperweriya me di navbera çar dîwarê apartamênta me ya ser hijmara 6an bû, li ser Kolana Weşengîra, Xaniyê hijmara 3ya koka xwu avêt. Qinyata Kurdbûnê me ji dê û bavê xwu, hevkar û dost û xêrxwazên xwe yên mêvanên Kurd distand.”
Celîlê Celîl
| SKU | A.353021 |
|---|---|
| Yazar | Metin Yüksel |
| Yayınevi | Avesta Yayınları |
| Barkod | 9786055279653 |
| Cilt Durumu | Ciltsiz |
| Kağıt Türü | 3. Hamur |
| Kapak Türü | Karton |
| Sayfa Sayısı | 208 |
| Matbaa | Seçiniz |
| Basım Tarihi | 2014-01-02 00:00:00 |
| Kaçıncı Baskı | 1.Baskı |
| Son Basım Tarihi | 2014-01-02 |
| Ebat | 13,5 X 21,5 |
| Çok Yakında Tarih | 0000-00-00 00:00:00 |