Le Xake Xurasane

₺370,00
Stokta var
SKU
A.353022
Dîwana Ce’ferquliyê Zengelî bi navê *Le Xakê Xurasanê* bi alfabeya latînî çap bû. Dîwan ji aliyê Meh...

Dîwana Ce’ferquliyê Zengelî bi navê *Le Xakê Xurasanê* bi alfabeya latînî çap bû. Dîwan ji aliyê Mehdî Jafarzadeh û Mehmed Salih Bedirxan ve hatiye amadekirin.

Ce’ferquliyê Zengelî ku yek ji şaîrê klasik ê Xorasan e di sala 1799annde li Qûçanê hatiye dinyayê û temenê xwe li wir derbas kiriye. Ne qet‘î jî be derdora sala 1894an koça dawiyê kiriye. Ce’ferqulî li gelek herêmên Îranê, Turkmenistanê geriyaye û di helbestên xwe de navê wan herêman jî hilaniye. Bi tirkî, farisî û erebî jî helbest nivîsandine.

Di qesîde û xezelên xwe de cîh daye beytên farsî û tirkî. Li gor lêkolînerên Xorasanê Zengelî weke hocanın serdema xwe bêyî xwendin û nivîsandinê fêrî gotina helbestan bûye.

*Lêvnazik pistedehan zimanê te engebîn
We husnê te tunîni le Xeta Çîn û Maçîn
Bedensîm kirasherîr le xwa kir çeka sengîn
Navê ‘işqê tu megir cîgerê min meke xwîn
Sîngê te baxê Irem we xwa guleke rengîn
Je ‘işqê te le min bû dunya qaf û fê û sîn
We xwa tutiya xezelxan bejnê te nexlê ‘er‘er*


*Ez ji vê pirtûkê pir bihêvî me û dilniya me weşandina dîwana Ce‘ferqulî, têkiliya navbera Kurdistana mezin û kurdên xerîb ên

Xorasanê zêdetir bike û bibe destpêka hevnasîneke ciddî, herwiha bibe sedema geş û xweştirbûna çand û ziman û wêjeya kurdî.*

Elîreza Spahîlayîn (Kawa Zêdî)

Detaylı Bilgi
SKU A.353022
Yazar Ce’ferquliye Zengeli
Yayınevi Avesta Yayınları
Barkod 9786052246245
Cilt Durumu Ciltsiz
Kağıt Türü 3. Hamur
Kapak Türü Karton
Yayın Dili Kürtçe
Sayfa Sayısı 192
Matbaa Seçiniz
Basım Tarihi 2018-01-01 00:00:00
Kaçıncı Baskı 1.Baskı
Son Basım Tarihi 2018-01-01
Ebat 14 X 21
Çok Yakında Tarih 0000-00-00 00:00:00
Kendi Yorumunuzu Yazın
Yorumladığınız ürün :Le Xake Xurasane
Verdiğiniz Puan
Search engine powered by ElasticSuite Tüm hakları saklıdır ve sitede yer alan içeriklerin tamamı Tamadres.com'a aittir. © 2020