Yar u Mirad III
Mîrê Zirav, carek din bi wan ra axifî û got: “Lehengno!.. Ji we ra serkeftin. Ne bi hîsî, lê bi zanebûn tevbigerin. Bi wê dilovanîya xwe dost, ji merîyan ra her tim dost e. Lê neyar jî her bi wan kirîyarên xwe yên ne mirovahî û hov neyar e. Bila temîya min li we be, hûn ê tu caran neyarên xwe li ber çavên xwe piçûk nebînin. Na, ne piçûk bibînin û ne jî wan li ber çavên xwe pir mezin bikin. Ne min ji we ra got, dost dost e û neyar jî neyar... Her kî ku dostê xwe neyar û neyarê xwe jî ji xwe ra wek dost bibîne, agirê kulê li mala bavê xwe dike û dibarîne. Kî çi be, ew e. Tu caran bawerîya xwe bi her kesî neyînin. Kes hene qelp û kes jî hene wek zêrên amûdî ne. Bi navên xwe herdu jî zêr in, hem Hecî Extî û hem jî Doktor Berxo. Belê, ji rêyan rêyek dûr û dirêj li pêşîya we ye. Ew nameya ku min ji bo Doktor Fuad amade kirîye, pir û pir girîng e. Ger ku tiştek qewimî bi vînî tevbigerin û no, panîk! Karê we karekî pîroz e. Ger ku îcab kirîye ji bo vî karî hûn dikarin bibin etar û etarîyê jî bikin...
| SKU | A.353696 |
|---|---|
| Yazar | Weli Sebri |
| Yayınevi | Peri Yayınları |
| Barkod | 9786059649636 |
| Cilt Durumu | Ciltsiz |
| Kağıt Türü | 3. Hamur |
| Kapak Türü | Karton |
| Sayfa Sayısı | 224 |
| Matbaa | Seçiniz |
| Basım Tarihi | 2023-12-01 00:00:00 |
| Kaçıncı Baskı | 1.Baskı |
| Son Basım Tarihi | 2023-12-01 |
| Ebat | 13,5 X 19,5 |
| Çok Yakında Tarih | 0000-00-00 00:00:00 |